PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2yê Hezîranê pêşwazî li Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Iraqê Ednan Dercal kir.
Di hevdîtinê de ku Serokê Lijneya Olîmpiyata Iraqê Re'd Hemûdî jî amade bû, li ser rewşa werziş û ciwanan û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hat gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li girîngiya pêşvebirina hevkarî û hemahengiya di navbera dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hat kirin di warê encamdana çalakiyên werzişê û girîgiya berçavgirtina taybetmendiyên Herêma Kurdistanê, beşdarkirina çalakî û navendên werzişê yên navdewletî de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin