PeyamaKurd- Berdevkê hukumeta Îranê Elî Rabîî ragihand ku ti roleka wan di êrîşa ser hêzên Amerîkayê ya li Iraqê re tine ye. Rabîî bo ajansa Fars ya Îranê weha ragihand:
“Em wan gotinên ku dibêjin rola Îranê di êrîşa li Iraqê ya ser baregeha Amerîkayê de heye red dikin.”
Berdevkê hukumeta Îranê piştgiriya Hîzbûllah û Haşdî Şabiyê kir û got Amerîka bê delîl li dijî hûqûqa navdewletî mirovan bombe kiriye û kuştiye. Rabîî got ku Amerîka êrîşa xwe weka “xwe parastinê” nîşan dide û raya navdewletî dixapîne.
Cewad Zarîf jî li Moskovayê ragihand ku Amerîka bi hezar km yan dûr hatiye herêmê û behsa xwe parastinê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin