PeyamaKurd - Tevgera Nifşa Nû ku Abdulwahîd Şasûwar seroktiya wê dike û bi dijayetiya xwe ya referandûma serxwebûnê hat naskirin, piştî ku PDKê namzedên xwe yên Seroktiya Herêmê û Serokwezîrtiyê eşkere kirin dest bi propagandayeke reşkirinê kir.
Nifşa Nû bi daxuyaniyekê bang li partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ku li dijî namzediya Mesûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî derbikevin.
Nifşa Nû herwiha diyar kir ku heger ew aliyên siyasî dijayetiya PDKê û namzedên wê bikin, ew dê bê merc tevî 8 parlamentarên xwe piştgiriya wan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin