Amerîka û rêxistinê dîlên xwe pev guhertin

Amerîka û rêxistinê dîlên xwe pev guhertin

PeyamaKurd –Di navbera Amerîka û rêxistina Talîban a Afganistanê de, pevguhertina dîlan hat kirin ku Enes Hakkanî jî tê de 3 payebilindên Talîbanê hatin berdan.

Li gorî çavkaniyên herêmê yên dîplomatîk, di pevguhertina dîlan de 3 kesên di destê Amerîka û hikûmeta Kabûlê ya Afganistanê de dîlgirtî bo paytexta Qeter Dohayê hatine şandin.

Enes Hakkanî jî di nav wan kesan de ye ku bixwe kurê Rêxistina Hakkanî ya girêdayî Talîbanê Celaleddîn Hakkanî ye. Her du kesên din jî birayên Hakkanî yên bi navê Hecî Malî Xan û Karî Abdurreşîd Omerî ne.

Talîbanê jî li beramberî van kesan mamosteyê Zanîngeha Amerîkan a li Kabûlê yên Amerîkî Kevin Kîng û welatiyê Avustrayayê Timothy Week serbesd berdane.

Hat ragihandin ku herdu dîlên di destê Talîbanê de, li bajaroka Newbehar a parêzgeha Zabulê radestî hêzên Amerîkî hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin