Îranê li ser Kasikçi îdîayeke nû avêt holê

Îranê li ser Kasikçi îdîayeke nû avêt holê

PeyamaKurd - Alîkarê Serokkomarê Îranê yê Yekemîn Îshaq Cîhangîrî, îdîa kir ku Amerîka, Siûdî û Îsraîlê hewl dane ku kuştina Kaşikçi bixin stûyê Îranê û ji bo vê gelek pere xerc kirine.

Cîhangîrî îro li paytextê welatê xwe di bernameyekê de axivî û îdîa kir ku Amerîka, Îsraîl û Siûdiyê, bi milyonan dolar dane dezgehên ragihandinê yên dinyayê da ku Îranê li ber çavê alemê reş bikin.

Cîhangîrî, di îdîaya xwe de got van welatan ji bo ku qetla Kaşikçi jî bixin stûyê Îranê gelekî hewl dane û ev wek wê di demeke nêzîk de ji aliyê medyayên rojavayî ve were eşkerekirin. Herwiha got medyaya Ingiltereyê çend nûçe di vê bareyê de weşandine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin