PeyamaKurd- Di nav pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Amerîka de yek jê jî mijara teslîmkirina balafirên F-35 e. Tevî ku Tirkiye di çêkirina balafirên F-35an de şirîkê jî, Amerîka naxwaze balafiran teslîmê Tirkiyê bike.
Li ser vê mijarê di Meclisa Temsîlkarên Amerîka de daxwaza derçûna qanûnek heye ku firotina F-35an bo Tirkiyê rawestînin. Li ser mijarê berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Aksoy ragihand ku Amerîka teslîmkirina balafiran bide rawestandin, wê bersiva Amerîkayê bidin.
Aksoy got ku Amerîka li hemberê teslîmkirina balafiran, Amerîka ji Tirkiyê dixwaze ku dev ji sîstema S-400an berde û keşeyê Amerîkî Brûnson ji zîndanê berde. Berdevk vê tevgera Amerîkayê ne di cîh de dibîne û dibêje Amerîka tiştên ji hev cuda tevlihev dike. Aksoy weha dewam kir:
“ Projeya F-35 ne tenê malê Amerîkaye lê projeyeka gelek dewleta ye. Em wezîfa xwe pêktînin. Divê herkes wezîfa xwe bike. Eger weha dewam bike em mecbûrin bersiva Amerîkayê bidin.”
Aksoy ragihand ku ew mecbûr mane sîstema S-400an ji Rûsyayê bikirin û herî zû Rûsya teslîm dike lê bo dema pêş, hevdîtinên Tirkiyê bo sîstema Patriotan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin