Trump xwest wezîr îstifa kir!

Trump xwest wezîr îstifa kir!

PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Jeff Sessions îstifa kir.

Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Jeff Sessions ragihand ku li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump wî îstifa kiriye.

Li gor agahiyan Sessions di nameya xwe ya îstifayê de diyar dike: “Brêz Serok li ser daxwaza we îstifaya xwe pêşkêş dikim. Ji ber ev fersendakû we dayî min ez spasiya we dikim ”

Ji aliyekî din Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand, ji ber peywira wî em spasiya Wezîrê Dadê Jeff Sessions dikin û hêviya daxwazên qenc jê re dikin. Ji bo vê wezîfeyê, wek mayînde bê wê kî bê tayin kirin di pêşerojê de wê bê diyarkirin.

Trump, piştî Sessions li şûna wî dê Gerînendeyê Qelema Xas yê Wezareta Dadê Matthew G. Whitaker bo demkî vê wezîfeyê pêkbîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin