PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Amerîka û Îsraîl li Sûriyê ji bo şerekî mezin amadekariyên xwe didomînin û niha jî li Başûrê Sûriyê bi cih dibin.
Li gorî çapemeniya Tirkiyê, Amerîka bi hinceta çekdarên şiiyan li Başûrê Sûriyê bi cih dibe. Amerîka pêşiyê komên bi Îranê ve girêdayî ne, dixe lîsteya terorê de. Piştre jî bi Îsraîl re êrîşî van koman dike û herêmê ji bo xwe paqij dike. Li gorî îddayên çapemeniya Tirkiyê, di van her du mehên dawî de, Îsraîlê li Başûrê Sûriyê 400 çekdarên alîgirên Îranê kuştine.
Li gorî îddayan hem li Bakur û hem jî Başûrê Sûriyê, Amerîka cihê xwe berfirehtir dike û di dawiyê de wê ji Tirkiyê re bibêje; “ji Sûriyê vekişe!”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin