Amerîka fikra xwe ya bo “qayyûman” diyar kir

Amerîka fikra xwe ya bo “qayyûman” diyar kir

PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus, li ser mijara tayînkirina qayyûman bo bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê weha got:

“Em bi xemgînî pêşwaziya kesên ku hatine bijartin, ji wezîfê bên hilanîn û di şûna wan de kesên ku nehatine hilbijartin, bên danîn, dikin. Hêvîdarim ku Tirkiye bi rêya demokrasiyê û bi awayeka xwegirtî vê mijarê çareser bike.”

Di civîna çapemeniyê de ya ku li Washingtonê hat kirin de Morgan Ortagus axaftina xwe ya li jorê kir.

Wezareta karên hundir ya Tirkiyê di 19 ê tebaxê de her sê şaredarên şaredariyên mezin ji wezîfê girtibû. Di şûna wan de parêzgerên bajaran wezîfedar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin