Hikûmeta Holandeyê ji ber bêhiqûqiyeke ser dahatê îstifa kir

Hikûmeta Holandeyê ji ber bêhiqûqiyeke ser dahatê îstifa kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Holandeyê ya ji 4 partiyên hevpeymaniyê pêk tê, piştî lêpirsîneke ser dahatên bacê ku derhiqûqiyek tê de hat dîtin, îstifaya xwe da.

Hat ragihandin ku wê hikûmeta Serokwezîrê Holandeyê Mark Rutte, heta hilbijartinên giştî yên 17ê Adarê bi awayekî demkî li ser kar bimîne û îstifaya hikûmetê bandorê li ser biryarên derbarê vîrusa koronayê de neke.

Hat diyarkirin ku wê Rutte îstifaya hikûmetê bi fermî pêşkeşî Qralê Holandeyê Alexander bike.

Li gorî medya Holandeyê sedema îstifayê piştî lêpirsînê derketina holê ya bêhiqûqiyeke derbarê dahatên bacê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin