PeyamaKurd - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya baskê leşkerî yê PKKê HPG da xuyakirin ku li deveraLêlikan a Xakurkê wan êrîşek biriye ser hêzên artêşa Tirkiyê û 2 leşkerên tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya HPGê rrtêşa Tirkiyê 14ê Gulanê li qada navbera girên Kevortê û Lêlikanê yên herêma Xakurkê dest bi operasyonekê kiriye û ev operasyon 15ê Gulanê bê encam bi dawî bûye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên wan li dijî kepçeyeke artêşa Tirkiyê ya ber bi girê Lêlikanê ve diçû çalakiyeke sabotajê kirine û 2 leşkerên Tirk hatine kuştin ku leşkerên mirî bi wesayitên zirxî ji herêmê hatine veguhestin.
Li ser kuştina du leşkerên Tirk hîn ji aliyê artêşa Tirkiyê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn ango Tirkiyê bûyer piştrast nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin