PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Çînê ji bo lêkolîn û testkirina yekem derziya bo nexweşîna covid-19 bi fermî destûr da.
Li gorî nûçeya Reutersê di rojnameya partiya deshilatdar a Çînê Partiya Komînîst a Çînê biryara lêkolîn û testkirina derziya vîrusa koronayê di rojnameya fermî ya Gel de ragihand û televizyona Çînê jî da xuyakirin ku li nêzîk testên derziya covid-19 dest pê dikin.
Hat îdiakirin ku tîma bijîşkî ya bi seroktiya zanyarê Çînê Chen Wei ligel pisporê Akademiya Leşkerî ya Zanistên Tibê di testên destpêkê de ewlehî û bandora derziya koronayê piştrast kirine.
Beriya niha jî zanyarên Çînê 8 derziyên cuda bo wê nexweşîyê ceribandibûn û li ser ajalan jî encamên erênî bi dest xistibûn.
Doh 16ê Adarê jî li Amerîkayê yekem testa derziyeke bo başkirina nexweşên covid-19 li ser jineke xwebexş hatibû çêkirin.
Vîrusa korona ewil li bajarê Vuhan ê Çînê derketibû. Digel mirina 3 hezar û 320 kesan ji wê nexweşînê, ji nav tûşbûyên 81 hezar û 58 kesan, 68 hezar û 789 kes baş bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin