Bi hişê çêkirî derziya kanserê çêkirin: Emrê kuçik dirêj bû

Bi hişê çêkirî derziya kanserê çêkirin: Emrê kuçik dirêj bû

PeyamaKurd - Teknolojîstê avustralyayî Paul Conyngham ji bo ku kûçikê xwe xilas bike bi alîkariya ChatGPT û Gemini re derziyeke mRNA sêwirand.

Li Avustralyayê teknolojîstê bi navê Paul Conyngham ji bo kûçikê xwe yê bi navê Rosie yê ku bi nexweşiya kanserê ketibû, bi alîkariya hişê çêkirî û zanyarên Zanîngeha New South Walesê (UNSW) derziyeke taybet pêş xist.

Piştî ku dermanên standard û kemoterapiyê tu fêde nekirin, Conyngham bi rêya amûrên hişê çêkirî yên wekî ChatGPT, Gemini û Grokê dest bi analîzkirina daneyên genomîk ên kûçikê xwe kir û bi alîkariya Enstîtuya Garvanê re ji bo tevnan derziyeke mRNA ya taybet hat sêwirandin.

Di encama sepandina vê derziyê de, li ser lingên Rosie di sê mehan de di mezinahiya tûmöran de heta ji sedî 75 kêmbûnek hate dîtin û jiyana kûçik dirêj bû.

Ev serketin bala Serokê OpenAIyê Sam Altman jî kişand ku wî di daxuyaniyekê de diyar kir ku Conyngham bi alîkariya hişê çêkirî wekî enstîtuyeke lêkolînê ya serbixwe xebitiye.

Rêveberê Enstîtuya RNA ya UNSW Prof. Pall Thordarson jî da xuyakirin ku hişê çêkirî di pêvajoya sêwirandinê de bûye hêmaneke veguherîner, lê belê ji bo ku ev rêbaz li ser mirovan jî were ceribandin dem û xebatên rêziknameyî pêwîst in.