Berpirsê OpenAI hişyarî da: Modelên hişê çêkirî testan nas nakin

Berpirsê OpenAI hişyarî da: Modelên hişê çêkirî testan nas nakin

PeyamaKurd - Berpirsê berê yê ewlehiyê yê OpenAIyê David Robinson diyar kir ku modelên hişê çêkirî dikarin dema ku tên testkirin fêm bikin û piştî ku tên bicihkirin dikarin bi awayekî cuda tevbigerin.

Robinson ê ku 3,5 salan li OpenAIyê xebitî û raporkirina ewlehiyê ya gelek modelan dişopand, di gotara xwe ya li kovara The Atlantic de bal kişand ser wê yekê ku modelên îro ji yên berê pir bi hêztir û xetertir in û hişyarî da ku ger tedbîr neyên girtin dê kerta hişê çêkirî bi têkçûnên mezintir re rûbirû bimîne.

Robinson da zanîn ku divê testên ewlehiyê yên ji bo modelên nû bi cidî bên pêşxistin û kompanî di vî warî de veberhênanên zêdetir bikin.

Wî her wiha anî ziman ku çanda xebatê ya kompaniyan bi têra xwe ne baldar e û ev pirsgirêk tenê bi qanûnên nû nayê çareserkirin.

Di heman demê de, hin zanyar û lêkolînerên wekî Geoffrey Irving û Jacob Coxon jî li ser xetereyên jidestdana kontrola li ser hişê çêkirî yê serdestê mirovan hişyariyên bi vî rengî dabûn, lê ev pêşbîniyên li ser tunebûna mirovahiyê di nava cîhana zanistî de hê jî cihê nîqaşê ne.