PeyamaKurd - Zanyariyên nû yên saziya îstixbarata Amerîkayê diyar dikin ku Îran mijûlî amadekirina çend planan e ji bo armanckirina berpirsên bilind ên rêvebiriya Donald Trump.
Li gorî agahiyan, Tehran dixwaze bi rêya teqandina "bombeya qirêj" (bombeya tîşkder) an jî bi bikaranîna çekên kîmyawî li nav axa DYAê û li dijî leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn êrişan pêk bîne.
Berpirsên ewlehiyê diyar dikin ku tevî ku hîn biryara dawî ya bicîkirina van planan nehatiye dayîn, lê zanyariyên hatine bidestxistin gelekî hûr in û ev yek bûye sedema lidarxistina çend civînên lezgîn ên ewlehiyê li Washingtonê.
Berdevka Koşka Spî Lauren Bisê daxuyanî da ku ew çavdêriya her gefê dikin, lê di vê demê de ti gefeke bawerpêkirî li ser welat nîne.
Li aliyê din, Nûnertiya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî ev tohmet bi tundî red kirin û ew wekî nûçeyên çêkirî binav kirin.