PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku rûmeta leşkerî ya Amerîkayê li herêmê têk çûye û diyar kir, Amerîka bi eşkere peyamên diyalogê dişîne lê bi dizî planên êrişeke bejayî amade dike.
Qalîbaf, hewildanên dîplomatîk û lîsteya 15 mercên Amerîkayê wekî "xewn û xeyal" pênase kir û bal kişand ser ziyanên balafirên F-35 û keştiyên Amerîkî û diyar kir ku dijminê ku dixwest Komara Îslamî birûxîne, niha hêviya wî ya herî mezin tenê vekirina Tengava Hurmizê ye.
‘Surprîzên nû’ û gefa şerê bejahî
Qalîbaf derbarê hêzên hevpeyman ên wekî Hizbulah, Berxwedana Îslamî ya li Iraqê û Ensarulahê de diyar kir ku ew ji her demê bihêztir in û surprîzên nû ji bo dijmin amade dikin.
Li ser îhtîmala êrîşeke bejayî ya Amerîkayê, Qalîbaf got: "Hêzên me li benda hatina leşkerên Amerîkayê ne da ku agir bi wan bixin." Di dawiyê de wî got ku gelê Îranê bi 90 mîlyon canî ve yekgirtî ye û ew ê rê nedin ku dijmin bêyî qebûlkirina desthilat û pêgeha Îranê ji vî şerî vekişe.