PeyamaKurd - Çend hefte ne ku çarçoveya peymaneke destpêkî ya ji bo bidawîkirina şer û aloziya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de amade ye. Lê belê pirsgirêka herî mezin ew e ka dê vê rêkeftinê çawa bixin meriyetê da ku Washington û Tehran bikaribin li pêşberî xelk û raya giştî ya navxweyî nîşan bidin ku ew bi ser ketine.
Rojnameya navdar a Amerîkayê New York Times (NYT) di raporeke xwe ya berfireh de bal kişand ser astengiyên sereke û sedemên derengmana vê peymana krîtîk.
Li gorî rapora NYTê, her du welat jî ne bi temamî bi ser ketine û ne jî têk çûne; ji ber vê yekê hewcedariya wan bi peymanê heye da ku serkirdeyên tundrew ên navxweyî razî bikin. Lê serokên her du welatan ji bo şandeyên guftûgoyê astengiyên mezin çêdikin:
Rêberê nû Mucteba Xamineyî ji tirsa ku wekî bavê xwe rastî êrişekê neyê xwe veşartiye. Name û peyam tenê bi rêya qasidan digihîjin destê wî, lewma bersivdana her pêşniyarekê çend rojan dikişîne û ev yek proseyê pir hêdî dike.
Biryarên Donald Trump ew qas ji nişka ve ne û nayên pêşbînîkirin ku nûnerên wî bixwe jî nizanin dê çawa li ser navê wî biaxivin. Trump gelek caran ji wan sozên ku nûnerên wî berê li ser li hev kirine paşve dikişe. Wekî mînak; Trump berê razî bûbû ku dewlemendkirina uranyuma Îranê 10 salan were rawestandin, lê ji nişka ve ev dem kir 20 sal û vê biryarê guftûgo têk dan.
Her çend naveroka peymanê zelal be jî divê Îran Tengava Hurmizê veke û uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike; di beramber de DYA cezayên li ser keştiyên Îranê rake û bi milyaran dolarên blokekirî serbest berde, kêşeya serekî li ser gava yekem e. Amerîka dixwaze pêşî her tiştî wergire û tiştê herî kêm bide; Îran jî berevajî vê yekê, daxwaz dike ku destpêkê destkeftan wergire û paşê hêdî hêdî gavan biavêje.
Îran rijd e ku divê bi dehan milyar dolarên wê yên blokekirî yên li welatên herêmê serbest werin berdan. Ev yek ji bo Trump giran e, çimkî wî berê gelek rexne li Barack Obama û Joe Biden girtibû ku çend milyar dolar ji Îranê re şandine. Eger Trump niha bi xwe ji 20 milyar dolaran zêdetir pere ji Îranê re serbest berde, hevrikên wî yên siyasî dê wî wekî serokekî "lawaz" wesif bikin û êrîşî wî bikin.
Îran çi difikire?
Îran wisa difikire ku dem di berjewendiya wê de ye. Berpirsên Îranê dizanin ku Trump soz dabû ku Amerîkayê nexe nav şerekî demdirêj. Ew herwiha bawer dikin ku bilindbûna bihayê benzînê û enflasyona li Amerîkayê, dê beriya hilbijartinên Kongreyê yên di meha Mijdarê de Trump neçar bike ku tawîzan bide.