PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan û Belûcistanê otobusa ku leşkeran hildigirt, rêya wê birin û bi çekan lê xistin. Di êrîşê de leşkerekî mir û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gor ragihandina artêşa Îranê tumena 88em ya zirxî; êrîş li ser rêya Nikşehrê qewimî. Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku otobus leşkerên ku wexta noberadiya xwe diguhertin, ketine ber êrîşê.
Kesê leşker yê hatiye kuştin Muhammed Reza Okatiye û 3 kesên birîndar jî birine nexweşxanê da derman bikin.
Sînorê navbera Îranê û Pakistanê gelek caran dibe ciyê şer. Belûcistan perçeyekî wê li nav Pakistanê û perçê dinê di nav Îranê de ye. Ji rêxistinên Belûciyan yên weka Ceyşul-edl û Rêxistina Rizgariya Belûcistanê tevgeran dikin. Belûc doza serxwebûna welatê xwe dikin û dixwazin xwe birêve bibin.