PeyamaKurd – Li ser rêya Amedê û Farqînê (Silvan) li gundê Kengerliyê bi sedema ajotvan desthilata otomobîlê wenda kir, otomobil wergeriya şerîda dinê ya rê. Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên 112an, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Rewşa birîndaran çawaye nehat zanîn.