PDK-Î: Em amade ne bi Îranê re bikevin dîyalogê

PDK-Î: Em amade ne bi Îranê re bikevin dîyalogê

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) Xalid Ezîzî ragihand ku wan her tim piştgiriya çareseriya aştiyane kiriye û ew amade ne bi Îranê re dest bi guftûgoyê bikin.

Xalid Ezîzî di bultena Rûdawê de li ser mijarên di rojevê de axivî û got:

"Em di wê baweriyê de ne ku Pirsgirêka Kurdan bi rêya guftûgo û diyalogê çareser dibe. Em amade ne ligel Îranê guftûgoyê bikin lê bêyî hevalbendiya partiyan em naçin nav ti danûstandinan."

Ezîzî li ser biryardana partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî got, "Em bi xwe biryarê li ser çarenivîsa partî û gelê xwe didin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî gotibû ku ne wan Dr. Qasimlo kuştiye.

Li ser vê jî Berdevkê PDK-Îyê got: "Gotinên Konsulê Îranê rengvedana helwesta Artêşa Pasdaran a Îranê ne. Îranê bi dehan serkirde û ciwanên me teror kirine lê Hizba Demokrat ti carî bi terorê bersiva terorê nedaye."

Xalid Ezîzî her wiha bal kişand ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê û da zanîn: "Kamp tenê cihê niştecihbûna welatiyên sivîl in. Em Iraq û Kurdistana Iraqê nakin eniya paşîn a şer."

Xalid Ezîzî li ser guvaş û siyaseta zextê ya Tehranê ya li hemberî Kurdan jî got, “Îran bi kuştin û darvekirinê nikare dengê Kurdan qut bike."