Peyamakurd - Dezgeha mafên mirovan Hengawê ragihand ku girtiyekî hemwelatiyê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatiye darvekirin.
Li gor Hengawê girtiyê kurd ê bi navê Soran Reşîd Zahidî (33 salî) ku 4 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî li Îranê hatibû girtin, hefteya borî hatiye darvekirin.
Reşîd Zahidî xelkê bajarê Hewlêrê ye û ji 3 saliya xwe ve li Îranê jiyana xwe didomand.
Hat ragihandin ku Zahidî li girtîgeha bajarê Zencan ya Îranê girtî bû û bi tohmeta kuştina karmendekî kargeha çîmento ya Zencanê dihat darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin