Arîdî: Divê Sûriye yê temamê Sûriyeyiyan be

Arîdî: Divê Sûriye yê temamê Sûriyeyiyan be

PeyamaKurd- Berdevkê komîta muzakereyan ya destûra Sûriyê Yahya El Arîdî di derbarê xebatên xwe û mafên Kurdan de çi difikirin û dê çi bikin, bo Rûdawê ragihandiye. Di hevpeyvînê de, di behsa Kurdan de çi difikirin û wê di destûra nû ya Sûriyê de çi mafên Kurdan hebin, fikra xwe gotiye.

Ev çar roje ku nûnerên rejîma Sûriyê hevdîtinên di derbarê destûra Sûriyê de asteng dikin û nahêlin hevdîtin çêbibin. Arîdî dibêje ku ew dixwazin Sûriye bibe yê temamê Sûriyeyiyan û qedrê wan di ser her tiştî de ye. Arîdî weha dibêje:

“Em hatin Cenewreyê da destûreka nû binvîsin. Li hinek kes bo berjewendiyên rejîma Sûriyê biparêzin li wê derê ne. Ev nîşan dide dixwazin dîktatorî, eziyet dewam bike û welat di vî halî de bimîne. Baweriya me ew e ku 9 sale halê dewam dike êdî divê dewam neke. Divê li Sûriyê herkes li ber qanûn weka hev be. Ereb, Kurd, Suryan û temamê kêmnetewe an ayînî li cem qanûn weka hev bin.”

Arîdî ragihandiye ku divê mirov di ser her tiştî de be û weha dewam dike:

“Em dizanin li Kurda gelek neheqî hatiye kirin. Di dîrokê de jî li wan neheqî hat kirin. Em dibêjin bila Kurd car din bi neheqiyê re rû bi rû nemînin. Li ser navê dewleta Sûriyê jî, em ê di hevdîtinan de biaxifin. Di vê mijarê de biryar hêj nîne.”

Esas mijar mijara ku di komita destûrê de 2 nûnerên Kurdan hene û gelo ev bo Kurdan neheqiye an na. Arîdî weha bersivê dide:

“Di komîta destûrê de birayên me yên Kurd hene. Di komîta teng de jî hene. Hem di heyeta rejîma Sûriyê de jî hene. Mijar ne jimara Kurda ye. Mijar mijara mafê wekheviya hemwelatiyê ye. Weka min got ew neheqiya ku li Kurdan hatiye kirin em wê didin ber çav û ev bo me meseleyeka esasiye. Di hevdîtinên heyeta muzakereyên Sûriyê de li ser vê mijarê gelek caran hatiye axaftin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin