Amerîka li Rojavayê Kurdistanê pêgehên xwe xurtir dike

Amerîka li Rojavayê Kurdistanê pêgehên xwe xurtir dike

PeyamaKurd - Amerîka li Rojavayê Kurdistanê hebûna hêz û pêgehên xwe xurtir dike. Di vî warî de jî dest bi berfirehkirina balafirxaneya Şedadê kiriye, ku dikeve gundewarê başûrê Hesekê.

Medyaya ser bi hikûmeta Sûriyê, herwiha medyaya ser bi opozisyonê ragihandine ku alav û pêdiviyên pêwîst, ji bo proseya berfirehkirina balafirxaneya Şedadê, di rêya derdiyê sînorî yê Sêmalka re, ku dikeve navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bi 150 barhilgiran derbas bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ev yek tekez kir ku li kêleka berfirehkirina Balafirxaneya Şedadê, kar li ser berfirehkirina Belafirxaneya Kobaniyê û Til Temir jî tê kirin.

Li bilî Balafirxaneya Şedadê nêzîkî 14 binkeyên din ên Amerîkayê li Sûriyê hene. Ew jî li parêzgehên Hesekê, Reqa û Helebê ne. 

Bi gotina hinek çavdêran jî, armanc ji vê gavê ew e ku Amerîka, pêgehên xwe li wan navçeyan xurtir bike û wan navçeyên ku bi destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê hatine kontrolkirin, ji dest bernede, herwiha ji bo amadekariyên leşkerî li hember pêşhateyên nû ku têne pêşbînîkirin li wan navçeyan derkevin. Di heman demê de jî, ji bo rêgiriyê li ber pêşketina hêzên çekdar ên ser bi Îranê û dirustkirina hevterazûyekê li hember hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin