Kêzikan bi ser bajarê Mekke û Ka’bê de girt

Kêzikan bi ser bajarê Mekke û Ka’bê de girt

PeyamaKurd - Li bajarê Mekke yê Erebistana Siûdî û Ka’beyê bi awayekî nedîtî kêzik derketin holê û tîmên şaredariyê ji bo dermankirin û paqijkirina wan ketin tevgerê.

Sekreterê bajarê Mekkeyê Muhammed el Kuveyhîs daye xuyakirin ku tîmên parastina hawîrê dest bi xebatên paqijkirin û tunekirina kêzikan kirine û 130 kes ji bo wî karî hatine erkdarkirin.

Wekî sedema serdegirtina bajêr a kêzikan, tê texmînkirin ku dibe kêzikên ji bo êmê çûkan têne çêkirin reviyabin û li nav bajêr belav bûbûn.

Bûyera serdegirtina kêzikan roja Duşemê dest pê kiriye û heta kêzik li nav Ka’beyê û Mescîd-î Heramê jî belav bûne gelek dikan jî ji ber vê bûyerê hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin