PeyamaKurd – Li bajarê Kırşehirê yê Tirkiyê di çarçova têkoşîna bi koçberiyê re di kontrolan de 30 koçber hatin girtin. Di derbarê 3 kesan de jî bi sedema karê qaçax yê koçberan dikin dest bi pêvajoya edlî kirin.
Di kontrola tîmên pêwendîdar yên polîsan de, di wexta kontrola wan de 30 koçberên ku di rêya qaçax de dixwestin herin derveyê Tirkiyê, hatin girtin.
Di kontrolan de hat fêmkirin ku mafê her 30 kesên koçber nîne li Tirkiyê bimînin û 3 kesên ku wan di otêlan de hewandine, di derbarê wan de karê edlî dan destpêkirin.
30 kesên hatin girtin ji wan bişînin welatên wan, wan şandin Ankara, Niğde û Şanlıurfa navendên paş de şandina koçberan.