PeyamaKurd - Serokê Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê Berhem Salih ragihand ku ew ê di 30ê îlonê de beşdarî hilbijartina parlamenteriyê nebin.
Berhem Salih li navenda partiyê a li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin û Salih tê da axivî. Salih diyar kir, wan biryar da ku "beşdarî hilbijartinê nebin."
Salih got kuKurdistan di nav krîzên cidî da ye û ji bo derbaskirina vê pêdivî bi lihevkirina neteweyî heye û wiha dewam kir: "Ez serkeftina namzedên ku wê têkevin hilbijartinê dixwazim. Êdî taqeta Kurdistanê tuneye ku ji bin krîzên din rabe û ji ber vê yekê divê bi lihvkirina neteweyî va pirsgirêkên herî mezin ên gel werin tesbîtkirin û çareserkirin."
Salih li ser îdiaya ku partiyên siyasî yên Kurdan wê wî wek namzedê serokomariyê yê hevpar di hikûmeta koalîsyona nû ku wê li Bexdayê were avakirin da nîşan bide jî wiha got, "Tu rastiya vê yekê tuneye. Tiştekî wisa tuneye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin