Li Yemenê ser: 19 kes hatin kustin!

Li Yemenê ser: 19 kes hatin kustin!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Yemenê li bajarê El-Hudeydê di navbera Husiyan û leşkerên Yemenê de şer derketiye û di encama şêrr de, 19 leşker hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, rêvebiriya Yemenê dixwaze ku bajarê El-Hudeydê ji destê Husiyan derbixe. Di vê çarçoveyê de operasyon têne kirin. Bi operasyonan re di navbera Husiyan û leşkerên Yemenê de şer derketiye û di encama şêrr de, 19 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî hatine birîndarkirin. Birîndar rakirine nexweşxaneya Şêx Osman.

Duh Serokwezîrê Yemenê Ahmed Bîn Daxir gotibû ku em ê di demeke nêzîk de bajarê El-Hudeydê ji destê Husiyan derbixin.

Ji sala 2014an ve bajarê El-Hudeydê di bin qontrola Husiyan de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin