PeyamaKurd - Tirkiyê bi topên Hawinê navçeya sînorî ya Kurdistana başûr topbaran dikir, keçeke 19 salî ya bi navê Dînar Reşîd şehîd bû.
Bavê wê keçikê ji K24ê re got, ew bi mebesta kar çûbûn gundê Bawra û artêşa Tirkiyê ew gund topbaran kir. Got jî, her çi Tirkiye bi bihaneya hebûna çekdarên PKKê topbaran dike, lê hebûna PKKê di wê demê de di nava gund de nebû.
Li gor daxuyaniya Polîsê Soranê, ew keç ligel malbata xwe çûne pişt gundê Bawra ku dikeve ser sînorê Başûr û Bakurê Tirkiyê û di wê demê de jî Tirkiyê ew navçe topbaran kir û di encamê de ew keçik şehîd bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin