Efûya Asya Bîbî Pakistanê ser û binê hev kir

Efûya Asya Bîbî Pakistanê ser û binê hev kir

PeyamaKurd- Li Pakistanê bi sedema ku li îslamiyetê heqaretê kiriye cezayê îdamê dabûn Asya Bîbî lê dadgeha bilind ya destûrê cezayê wê rewa nedît û rakir. Li ser vê birayara dadgehê her derê Pakistanê tevlihev bû.

Piştî Bîbî serbest hat berdan, ev du roje ku Pakistan tevlihev bûye. Xwepêşandêr rêyên sereke yên bajêran girtine. Xwepêşandêr biryara îdama wan dadgeran yên ku Bîbî berdane dixwazin. Jiyan hindik maye ku li Pakistanê raweste. Rêyên temamê bajaran yên Pencapê, Lahorê, Karaçî û îslamabadê girtine.

Serokê dadgeha Destûrê Mîan Sakib Nîsar weha got:

“Eger delîl tinebin tu çawa dikarî di derbarê yekê de ceza bidiyê?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin