Kanada wê desteka xwe ji bo pêsmergeyan bidomîne!

Kanada wê desteka xwe ji bo pêsmergeyan bidomîne!

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Kanadayê berî niha eşkere kiribû ku wezîfaya yekîneya ku Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan perwerde dike, daye sekinandin.

Lê piştî van geşedanên dawiyê, Generalî Kanadayî Sillveyn Laperi got ku ji ber ku IŞÎDê teqtîkên xwe guhertine, em ê jî desteka xwe ya ji bo pêşmergeyan bidomînin.

General Sillveyn Laperi wiha berdewam kir: Heta ku tehdîda terorê li Iraq û Kurdistanê heye, em desteka xwe nakişînin û sewkiyat wê bidomin.

Fermandarê Hêzên Taybet yên Kanadayê General Sillveyn Laperi got ku ji bo tevgerên me yên Kurdistanê, ti guhertin nîn in. Li Baregeha Hewlêrê çend firoke, bi qasî 30 tîm leşker û du kom tîmên tendusurtiyê hene û ev ê desteka leşkerî û şêwirmendiyê ji bo pêşmergeyan berdewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin