Tirkiye: Amerîka wê çekên YPGê ji wan bistîne!

Tirkiye: Amerîka wê çekên YPGê ji wan bistîne!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di derbarê Minbic û YPGê de daxuyaniyek da û got ku em bi YPGê re muxeteb nabin. Amerîka wê çekên YPGê ji wan bistîne.

Mevlût Çavuşoglu got leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê li Minbicê bi hev re dewriyê tavêjin. Ev jî nîşan dide ku vê carê Amerîka wê soza ku ji me re dayî, bîne cih.

Çavuşoglu wiha berdewam kir: Em bi hev re tevdigerin û her tişt eşkere ye. Çekên bi YPGê re, ne me dane wan. Amerîkayê dane. Êdî Amerîka wê ji wan bistîne. Li Rojhilatê Firatê jî wextê ku Amerîkayê çekên xwe ji YPGê standin, êdî ji bo Tirkiyê ti tehdîd namînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin