PeyamaKurd - Amerîkayê 2 şirketên balafirvanî û geştiyarî yên Îranê xiste nava lîsta terorê.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê di biryarekê de Şirketa Mahan Travel a balafirvaniyê û yeke din a geştûguzariyê xiste nava lîsta terorê.
Wezareta xezîneya Amerîkayê dibêje ku herdu şirketên Mahan Travel û şirketa geştiyariya SDN BHD ku cihê wê ya sereke li Malezya ye û kar ji bo Mahan Travel dike, herdu piştevaniya hewlên terorîstî yên Îranê yên li ser asta nendewletî dikin.
Wezareta xezîneya Amerîkayê behsa wê yekê jî kiriye ku herdu şirket rola sereke di geştên navdewletî yên hêla esmanî ya Mahan Air de û bi taybetî veguhastina pere bi navê hêla esmanî dilîzin.
Li gor wê biryarê, hemû pereyên Mahan Travel û şirketa geştiyariya SDN BHD, yên di nava Amerîkayê de têne blokekirin.
Wezîrê xezîneya Amerîkayê Steven Mnuchen ragihandiye ku hêla esmanî ya Mahan Air asankarî ji bo hêza Quds a Îranê dike, ku ji bo hevkariya terorîzm li rojhilata navîn û herwiha geştên Mahan Air ên bo Sûriyê tên bikaranîn ji bo piştevaniya rêjîma Esed û gihandina çek û çekdarên biyanî bo wî welatî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin