PeyamaKurd – Kompaniya mezin a dermanan Pfizer ragihand ku, pêkan e heta payizî derziya koronayê di rewşen lezgîn de were bikaranîn.
Li gorî nûçeya Wall Street Journal (WSJ) xebatên derziyê li Almanyayê dest pê kirine û eger destûr were dayîn hefteya bê jî dê li Amerîkayê bê destpêkirin.
Serokê kompaniya dermanan a bi navê Pfizer Albert Bourla, da zanîn ku pêkan e ku meha bê ji van ceribandinan encamek were bidestxistin.
Bourla destnîşan dike ku ji bo pêbaweriya derxiyê divê zêdetir tert werin bikaranîn û lê zêde kir, eger encamên testan baş derkevin dibe ku heta payizî derziya koronayê di rewşen lezgîn de were bikaranîn û dawiya salê jî ji bo her kesî were bikaranîn.
Albert Bourla, “Niha em di qeyranekê de ne û her kes li benda çareseriyekê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin