PeyamaKurd – Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê li gundewarên Dêrazorê yê Sûriyê 7 kes bi tohmeta piştgiriya hikûmeta rejîma Sûrî dikin, bidarve kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku terorîstên DAIŞê li çolistana Dêrazorê di navbera gundewarên Dêrazorê û El-Suxna ya li dawiya çolistana rojhilatê Humsê, 7 kesên bi tohmeta piştgiriya hikumetê darve kirin.
Hat diyarkirin ku ev bûyer piştî ku terorîstên DAIŞê rêya di navbera Şam û Dêrazorê de li nêzî herêma Kebacib qut kirin û wesayîteke efserekî hêzên hikumetê tê de bû desteser kirin û tevî leşkerên tê de û jinekê bi xwe re birin û 4 kesên din kuştin, pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin