Çarsema Sor li Perestgeha Lalesê hat pîrozkirin

Çarsema Sor li Perestgeha Lalesê hat pîrozkirin

PeyamaKurd - Cejna Çarşema Sor a kurdên êzidî li perestgeha Laleşê hat pîrozkirin û gelek dîmenên rengîn derketin holê.

Bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzidî li Perestgeha Laleşê ku dikeve ser Şêxan a parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, ji bo pîrozkirina cejna Çarşema Sor li hev civiyan.

Kurdên êzidî ji bo Çarşema Sor kincên xwe yên Kurdî li xwe kirin û li Perestgeha Laleşê û bi pêxistina mûman pêşwazî li sersala nû ya Êzidî kirin.

Êvara roja Sêşemê Kurdên Êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Laleşê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn rêwresman pêşwazî li vê cejna xwe ya ayînî dikin.

Her malbateke Kurdên Êzidî sibehî zû berî hilhatina rojê ji xewê radibin û gulên sor li ser derezûnkên malên xwe didin. Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û danan û erdên çandiniyê de, beşek din ji wan rêwresman e.

Kurdên Êzidî herwiha di Çarşema Sor de nanê biron û kuncî amade dikin û li ser xelkê xizan belav dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin