Baca hesinê pola bi kêrî Tirkiyê hat

Baca hesinê pola bi kêrî Tirkiyê hat

PeyamaKurd- Amerîka bo hesinê pola dorpêçê danî ser Kanada û Awrûpayê û bihayê hesinê pola li van welatan zêde bû. Ev kiryara Amerîkayê bi kêrî Tirkiyê hat û li gor salên borî bi miqdareka zêde Tirkiye hesinê pola firot derveyê welatê xwe.

Li gor rêjeyên Tirkiyê ku ji Yekîtiya îxracatvanên hesinê pola hat ragihandin, îsal di 11 mehan de, di îxracatê de %37,3 zêdebûn heye û giha bihayê 14,1 mîlyar dolarî. Miqdarê pola %19,8 zêdebû û giha 19,3 mîlyon tonê. Bo sal biqede hêj mehekî maye û wê ev miqdar hêjî zêde bibe. Bazareka nû bo Tirkiyê ku xistine hedefa xwe da xwe bigihînin wan welatn jî ev e: Rojhilatê başûrê Asya, Afrîka rojava û Amerîka Başûr.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin