Washington Post: Amerîka ji Sûriyê derdikeve!

Washington Post: Amerîka ji Sûriyê derdikeve!

PeyamaKurd- Rojnameya Amerîkayê Washington Postê îdda kir ku Amerîka wê leşkerên xwe ji Sûriyê bikişîne û herêmê ji Rûsya, Esed û Îsraîlê re bihêle.

Di 16ê Temûzê de civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin heye. Li gorî îddaya Washington Postê di vê civînê de Trump wê ji Putin re bêje: Tu li herêmê pêşiyê li Îranê bigire û ji bo vê yekê ez ê leşkerên Amerîkayê ji herêmê vekişînim û herêma Sûriyê ji Rûsya Sûriyê û Îsraîlê re bihêlim.

Nivîsa Washington Postê ji aliyê nivîskar David Ignatius ve bi sernavê “Gelo Trump li Sûriyê serkeftinekê dide Putin?” hate weşandin.

Ignatius idda kir ku li herêmê, tenê hedefeke Trump heye û ew jî ew e ku li herêmê pêşiyê li Îranê bigire û nehêle hêza xwe zêde bike.

Li gorî Ignatius plan jî amade ye: Hêzên li Sûriyê ku Îran piştgiriya wan dike, divê herî kêm 80 km.yî ji tixûbê Îsraîlê dûr bin. Îsraîl wê bikaribe ku hêzên Îranî yên li Sûriyê, hedef bigire. Hêzên Esed wê careke dî herêmên Başûrê Rojava bistînin.

Lo gorî planê, Rûsya û Rejîma Esed wê alîkariya YPGê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin