PeyamaKurd- Endazyarê peymana nukleerî ya navbera Amerîka û Îranê, wezîrê karê derve yê berê yê Amerîkayê Kerry, bi wezîrê karê derve yê Îranê bi Cewad Zarîf re dîpomasiyê dimeşîne.
Ragihandin ji aliyê rojnameya Amerîkî ya bi nave Boston Globe ve hat kirin û dibêje ku Kerry bi armanca parastina peymana nukleerî ya ku di 15 ê tîrmeha 2015an de hatibû îmzekirin, dîplomasiyê dimeşîne.
Di rojnamê de dibêje ku du hefte berê dema wezîrê karê dere yê Îranê Cewad Zarîf hatibû New Yorkê, ew û Kerry di avahiya NH de hatiye cem hev. Di civînê de li ser parastina peymanê rawestiyane ku Trump dixwaze ji peymanê vekişe. Rojname dibêje di nava du mehan de arîf û Kerry du cara hatine cem hev û di çarçoveya parastina peymanê de Kerry bi serokkomarê Almanya bi Frank-Walter Steinmeier, bi berpirsa pêwendiyên derve yên YA Federica Mogherini û bi serokê Fransayê bi Emmanuel Macron û kesên weka wan re hevdîtinan kiriye.
Trump dixwaze peyman ji nû de bê revîzekirin lê Îran ji mijarê direve. Lê tişta balkêş ew e u çawa karibûne van civînan ji medyayê veşêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin