Rûhanî diçe Amerîkayê

Rûhanî diçe Amerîkayê

PeyamaKurd - Alîkarê rêveberê beşa peywendî û ragihandinê yê Serokkomariya Îranê Pervîz Îsmaîlî got wê Hesen Rûhanî here New Yorkê.

 Îsmaîlî wiha agahî da: Hesen Ruhanî, li sefera xwe ya bo New Yorkê, ji bilî ronîkirin û ravekirina helwêstên Îranê li bara mijarên herî dawîn ên navçeyî û navnetewî û li Meclisa Giştî, wê li Civîna Aştiyê ya bona rêzgirtina Rêberê  Afrîqaya Başûr Nêlson Mandêla jî li Rêxistina Netewên Yekbûyî biaxive.

Îsmaîlî, civîna li gel komeka bijareyên di warê siyaseta derveyî de û herwiha hevdîtina bi hin serokên civatên îslamî yên li Amerîkayê, bernameyên din ên serokê Îranê li sefera bo New Yorkê dan zanîn.

Îsmaîlî herwiha ji hevpeyvîna bi hin mêdyayên navnetewî û herwiha lidarxistina civîna nûçeyan a li dawiya sefera serokê Îranê bo New Yorkê agahî da û herwiha got: Ruhanî wê bi hin serokên welatên pişkdarê Meclisa Giştî, sekreterê giştî yê NY û hin serokên sazîyên navnetewî re jî gotûbêjê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin