PeyamaKurd - Piştî çendîn êrîşan û pêşketinên di van rojên dawiyê de, îro hêzên artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên esmanî yên Rûsyayê, derbasî nav bajarokê Xan Şêxûnê bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, hêzên artêşa Sûriyê çenc taxên bakur û bakurê rojhilatê bajarokê Xan Şêxûnê kontrol kiriye.
Çavkaniyên herêmî herwiha dane xuyakirin, hêzên Sûriyê û hêzên Rûsyayê rê nadin ku karwana hêzên Tirkiyê derbasî bakurê Hemayê bibe, ku li wê herêmê di çaçroveya Rêkeftina Sûçî de xalên çavdêriyên tên Tirkiyê hene.
Xan Şêxûn devereke stratejik a Idlibê ye. Piştî kontrolkirina vê deverê, kontrolkirina Idlibê hêsantir dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin