PeyamaKurd- Kurdên Êzîdî û Erebên herêma Şingalê ji bo ku Pêşmergeyên Kurdistanê dîsa vegerine herêmê, banga li hukûmeta Kurdistanê kirin.
Li herêma Şingalê û derdora wê, dîsa tirsa IŞÎDê rû daye. Rêvebirê navçeya Sinûnê Nayîf Seydo got ku çekdarên IŞÎDê nêzîkî Sinûnê bûne. Em wan ji dûr ve dibînin. Piştî ku Heşdî Şebî jî ji herêmê derket, di nava gel de tirsek çêbûye.
Seydo wiha berdewam kir: “Di destpêkê de Yekîneyên Zêrevanî yên Pêşmergeyan ehlehiya herêmê pêk tanîn. Gelê herêmê jî di nava aramiyê de jiyana xwe didomand. Li derdora hudûdan jî artêşa Iraqê hebû.”
Serokê Meclîsa Bajarê Şingalê Weysî Nayîf got ku em hawara xwe digihînin hukûmeta Kurdistanê ku hêzên Pêşmergeyan rêkine herêmê.
Nayîf wiha berdewam kir: “Divê Pêşmerge û hêzên Amerîkî bi hev re herêmê biparêzin. Ji bo tiştekî xirab neyê serê me, em ji hukûmeta Iraq û Kurdistan dixwazin ku bi Amerîkayê re hevpar vê herêmê biparêzin. Divê berî gavekê, hêzên hevpar werin herêmê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin