Terefdarên Rûsya û Îranê li Sûriyê ser dikin

Terefdarên Rûsya û Îranê li Sûriyê ser dikin

PeyamaKurd- Li Sûriyê di navbera grûbên ku Rûsya û Îran destekê didin wan şer derket. Medya radigihîne ku gelek kes hatine kuştin û birîndar hene. Tê gotin ku şer bo li herêmê bandora Îranê kêm bikin derxistine.

Şer di navbera grûba ku Rûsya destekê didê “Yekîneya 5 em ya Şepal” û “Firqa 4” ya di bin serokatiya birayê Beşer Esed de ya Mahir Esed de derketiye û şer dewam dike. Şer li gundên seriya (bakûr)Hamayê li gundên Şatha, Bredîc, Haydarayye, İnna yê dewam dike. Her dû grûb hêzên xwe bo noqteyên Skeylbiyye, Navenda lêkolînê û El Ibırê sewq dikin.

Berdevkê artêşa Nusrayê ku yek ji endamê Artêşa Azad e, Muhammed Raşid mijarê weha ragihand:

“ Di vî şerê dijwar de carna sîlihên giran tên bikaranîn. Şer bandorê li gundên di bin kontrola muxalifan de ne jî dike. Rejîm bo vî şerî veşêre, carna bi tank û topan li ciyên ku sîvîl lê dijîn dixe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin