Êrîsa li dij Îranê DAISê girt e ser xwe

Êrîsa li dij Îranê DAISê girt e ser xwe

PeyamaKurd - DAIŞa rêxistina terorê îdia kir ku êrîşa li Ehwaza bajarê Xûzistana eyaleta Îranê wê kiriye.

Rayedarên Îranê berpirsyariya êrîşa di dema merasima salvegera 38an a şerê Îran-Iraqê da hat kirin avêtibû ser rêxistina El Ehwaziyeyê lêbelê DAIŞa rêxistina terorê berpirsyarî girt e ser xwe.

Amaqa medyaya DAIŞê diyar kir ku rêxistinê berpirsyariya êrîşa li Ehwazê girt e ser xwe. Di xeberê da hat îdiakirin ku Hesen Rûhaniyê Serokê Îranê jî li cihê bûyerê bû.

Lêbelê ne weke ku DAIŞ îdîa dike, Rûhanî ne li Ehwazê bû, li merasima li Tehranê bû. Malpera Amaqê paşê îdiaya xwe serast kir û diyar kir ku Rûhanî beşdarî merasima li Ehwazê nebû. Di malpera rêxistinê de tu dîmenekî êrîşê nehat weşandin.

Remezan Şerîfê Berdevkê Mihafizên Şoreşa Îranê destnîşan kiribû ku êrîşa li bajarê Ehwazê bi destê rêxistina El Ehwaziyeyê hat kirin.

Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê jî gotibû berpirsyariya êrîşa li Ehwazê li ser Amerîkayê û piştgirên terorê yên herêmî ye.

Eniya Demokratîk a Gelê Ehwazê ya bi navê El Ehwaziyeyê tê nasîn wekî rêxistina ku dixwaze li başûrê rojavayê Îranê îdareyeke serbixwe ya Ereban ava bike tê zanîn.

Vê sibehê êrîşa çekdarî biribûn ser merasima salvegera 38an a şerê Îran-Iraqê ya li Ehwaza bajarê Xûzistana eyaleta Îranê, di encama êrîşê de 29 kes hatibûn kuştin û 60 kes jî birîndar bibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin