Partiya Netanyahû di hilbijartinan de bi ser ket, lê...

Partiya Netanyahû di hilbijartinan de bi ser ket, lê...

PeyamaKurd – Di hilbijartinên giştî yên Îsraîlê de ku di nav salekê de cara sêyan çûn ser cara sêyemîn têne kirin, partîya serokwezîrê niha Benyamîn Netanyahî Lîkudê li gorî encamên destpêkî bi bidestxistina 37 kuriyan serkefin bidest xist.

Li gor encamên nefermî, Partîya Likud ya bi pêşengîya Benjamin Netanyahu di hilbijartinê de bi ser ket. Partîya Likud tevî bi ser ket jî di parlamena bi 120 kursî de piranîya pêwîst bi dest nexist. Ji bo Partîya Likud li desthilatê bimîne divê partîyên din yên rastgir jî piştgirîyê xwe bidomînin.

Li gorî encamên nefermî Partîya Likud 37 û Tifaqa Şîn - Sipî jî 32 kursî bi dest xistine.

Netanyahu piştî eşkerebûna encaman ji ser Twitterê spasîya hilbijêran kir û got ku serkeftina wan mezin e.
Rêberê Tifaqa Şîn - Sipî Bruno Gantz jî ji alîgirên xwe xwest ku bi sebir bin û got, heger ji bo guherîna desthilatê rêyeke dirêj pêwîst be ew ê wê jî bimeşin.

Di her du hilbijartinên beriya niha de jî partîyan ji bo avakirina hikûmetê bi serê xwe, kursîyên pêwîst bi dest nexistibûn û ji danûstandinên pêkanîna hevpeymaniya deshilatdariyê jî ti encameke erênî derneketibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin