Rûsya û Îran siyaseta xwe ya Sûriyê dewam dikin

Rûsya û Îran siyaseta xwe ya Sûriyê dewam dikin

PeyamaKurd- Her dû serokên dewletan Putin û Rûhanî li Çînê hatin cem hev. Her dû serokên dewleta bo zîrweya Şanghayê hatin cem hev û biryara dewama hevkariya li Sûriyê dan.

Rûhanî got ku girînge li dewleteka weka Sûriyê, di mijarên herêmî de mirov hevkarî bike û weha dewam kir:

“ Îran û Rûsya di herêmê de li hemberê rêxistinên terorî hevkarî kirine û biserketine. Wê ev hevkarî dewam bike. Amerîka li Îranê neheqî kiriye ku ji peymana nukleerî vekişiya ye lê Rûsya bo parastin û pêkanîna peymanê xwedî roleka girîng e.”

Serokê Rûsyayê ragihand ku bo têkilî û hevkariya bi Îranê re gelek kêfxweşe û bi taybetî di serî de di têkiliyên aborî û yên din de gelek bextiyarin. Putin li Amerîkayê rexne girt ku bo çi ji peymana nukleerî ya Îranê vekişiyaye û vekişandin li dijî hûqûqa navdewletiye. Pûtîn her weha ragihand ku wê bo parastina peymanê çi ji destê wan were dê bikin.

Rûsya her weha bo Îran bibe endamê Rêxistina Hevkarî ya Şanghayê, piştgiriya xwe ragihand.

Îran niha di Şanghayê de endamê çavdêr e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin