PeyamaKurd- Her dû serpereştên Katalanan ku serpereştiya “referandûma serxwebûnê” kiribûn, niha di zînadanên Îspanya de ne û dest bi greva birçîbûnê kirine. Her dû girtiyên siyasî yên Katalan Jordi Sanchez û Jordi Turull ev salekiye di zîndanê de ne û daxwaza darizandina bi edalet dikin.
Her dû mezinên Katalanan kiryarên ne rewa yên dadgehan protesto dikin. Hukumeta Katalanyayê jî ragihand ku wê her dû serpereşt dev ji têkoşîna bo darizandina dadwerî bernedin.
Hukumeta îspanyayê jî peyamekî da û got ku herkes di dadgehê de wek heve û wê di darizandinê de pêvajoyeka adilane hebe.
Li gor daxwaza dozgerê dadgehê, bi sedema serhildana li dijî dewletê bo Sanchez 17 sal û bo Turull jî 16 sal ceza tê xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin