Lubnan | Pistî 9 mehan hikûmet hat avakirin

Lubnan | Pistî 9 mehan hikûmet hat avakirin

PeyamaKurd - Piştî ku 9 meh bi ser hilbijartinên 6ê Gulana 2018an ên Lubnanê de derbas bûn Serokwezîr Saad Herîrî hikûmet ava kir.

Hat zanîn ku Herîrî lîsteya kabîneya hikûmetê doh êvarê li Koşka Serokomariyê pêşkeşî Serokomar Mişel Avn kiriye û ligel Serokê Parlamenê hevdîtineke sêqolî pêk aniye.

Piştî hevdîtinê bi civîneke rojnamevanî 30 wezîrên hikûmeta nû ya Lubnanê ku ji aliyê Serokomar Mişel Avn ve hatiye îmzekirin hat ragihandin.

Herîrî ji ber derengmayîna avakirina hikûmetê lêborîn xwest û diyar kir ew dê bi aliyên din re hevkariyê bikin.

Yekîtiya Ewropayê avabûna hikûmeta Lubnanê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Ahmed Ebu Gayt jî bi daxuyaniyeke nivîskî avabûna hikûmeta nû ya Lubnanê pîroz kir û serkeftin xwest.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin