Amerîka | Pêsnûmaya dijî vekisînê hat pesendkirin

Amerîka | Pêsnûmaya dijî vekisînê hat pesendkirin

PeyamaKurd – Pêşnûmeya qanûnê ya li dijî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Afganistan û Sûriyê ku ji aliyê Senatorê Komarî Mitch McConnell ve bo senatoyê hatibû pêşkeşkirin, li beramber 23 dengên na bi 68 dengên belê hat pesendkirin.

Pêşnûmeya dijderketina vekişînê hem ji aliyê komariyan û hem jî demokratan ve dengê belê wergirt ku tê de tê gotin, li herdu welatan li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê pêşveçûneke mezin hatiye bidestxistin û bêyî wergirtina tedbîran vekişîna lez û bez dê bibe sedema ne arambûna herêmê û ji wê valahiyê jî Îran û Rûsya sûde bistînin.

Her wiha di pêşnûmeyê de hat xwestin ku beriya vekişînê divê bê teyîtkirin ku bi rastê komên milîtanan bi temamî hatine têkdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin