PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞ li ber tunebûnê de ye û Hevpeymaniya Navdewletî jî di şer de berdewam e.
Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Reutersê re daxuyakirin, li nêzîkî sînorê Iraqê binkeyên dawî yên DAIŞê hatine dorpêçkirin û ew jî dizanin şerê li dijî wan şerê tunekirina wan e.
Li ser mijarê Peyvdarê Hêzên Hevpeymaniyê Sean Ryan jî ji heman ajansê re ragihandiye, HSD pêşketinên mezin bidest dixe û bi berdewamî navçeyên di bin kontrola DAIŞê de rizgar dike.
Ryan got, ‘Şer hîn berdewam e û bi dawî nebûye û metirsî heye li ser hin navçeyên Sûriyê.’
Hêjayî bibîrxistinê ye ku HSDê di meha Îlona 2017an de bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê qonaxa dawiyê ya şerê li DAIŞê ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin