Hikûmeta Kurdistanê belgeya mafên Destûrî ji Bexdayê re sand

Hikûmeta Kurdistanê belgeya mafên Destûrî ji Bexdayê re sand

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek bi belge ji Sekreteriya Encûmena Wezîran a Iraqê re şand.

Dîwana Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke ji 10 xalan pêk tê ji Sekreteriya Encûmena Wezîran a Iraqê re birê kir û tê de bihaneyên yasayî anîn, ku nabe mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bên birîn, ji ber ku ew jî beşek ji fermanberên Iraqê ne.

Di peyamê de hatiye gotin, destûr mafê hevbeşiyê gerentî kiriye, wek binemayek ji bo damezirandina sîstema federalî ya herêm û parêzgehan û divê yeksanî di navbera welatiyên Herêmê û parêzgehên Iraqê de bike, ji wan pirsa mûçe û destkeftên darayî, birîna mûçeyan jî destdirêjiya li ser vê yekê ye.

Dîwana Encûmena Wezîrên Herêmê ronî kiriye, Bexda di 3 mehên sala 2020an de, ti destkefteke darayî ji Hewlêrê re neşandiye, ev ji bilî qerebûkirina fermanberan ku dike 452 milyar Dînar û ji aliyê Sekreteriya Encûmena Wezîran bi awayekî ne yasayî hatiye rawestdin.

Di beşeke din a peyamê de hatiye diyarkirin, Hikûmeta Iraqê ji Sibata sala 2014an û heta sala 2019an ti destkefteke darayî ji Herêma Kurdistanê re neşandiye.

Dîwana Encûmena Wezîran bi dehan belgeyên tawanên rêjîmên Iraqê ji sala 1963an û heta sala 2003an yên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin bi bîr anîn û diyar kir, koma ziyanên Kurdistanê digihîje 384 milyar Dolaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin